Dawîn rewşa korona li navçeyên Kurdî li R. Kurdistanê
Oct 23 2021
ARK NEWS .. Li navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê , rojane û haletên tûşbûn û mirinê têne tomarkirin herî dawî pêketina 241 kesên din bi koronayê:
Desteya Tenduristî ya bi ser Rêveberiya PYDê ve ragihandiye ku di 24 demijmêrên bûrî de 241 kesên nû bi Koronayê ketine , 23 kesan canê xwe ji dest dane , û 19 kes jî bi temamî baş bûne.
Li gorî amarên Desteya Tenduristî ya bi ser Rêveberiya PYD ku hejmara giştî ya pêketiyên Koronayê li seranserî Rojavayê Kurdistanê giheştiye 33506 kesî , ji wê jimareyê 2368 kes baş bûne , û 1198 kes jî canê xwe ji dest dane .
879
