Xwecihiya Kobanê:

Xwecihiya Kobanê: "Kobanê dê bimîne navnîşana hevgirtina Kurdistanî"

Jun 27 2020

PDK-S: Encûmena Xwecihî ya Kobanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek di salroja şeva xedrê li bajarê Kobanê belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye, ku 5 sal bi ser komkujiya şeva xedrê li bajarê Kobanê derbas dibin, ku di encamê de bi sedan sivîlên bêguneh li ser destê girûpan bi şêweyekî hovan e şehîd bûn.

Encûmena Xwecihî ya ENKSê li bajarê Kobanê got, ku şeva xedrê weke karvedanekê hat li hember rijdbûna xelkê Kobanê bi manê li ser xaka xwe û bi taybetî piştî ku DAIŞê li Kobanê hate têkişkandin û xelkê Kobanê ji penaberiyê vegeriyane ser xaka xwe.

Di daxuyaniyê de hatiye, ku ew bi dilekî xemgîn şehîdên şeva xedrê û tevaya şhîdên gelê kurd bi bîr tînin.

Encûmena Xwecihî di daxuyaniya xwe de got, ku ew tevaya şêweyên armanckirina xelkê di dema niha de şermezar dikin, û bi taybetî di vê qonaxa hestiyar de, ku metirsya xelkê Kobanê ji dûbarebûna karesata Efrîn, Girê Spî, û Serê Kaniyê li Kobanê heye, ew jî hevdemê rêkeftin û lihevtêghiştinên navdewletî têne kirin û gelê kurd dibe qurbanî.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji tevaya aliyên berpirsyar di ber encamdana lêkolînan derbarê şeva xedrê dikin, ku rastiyan bo raya giştî û xelkê Kobanê eşkere bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye ku Kobanê wê bimîne navnîşana hevgirtina Kurdistanî , û wê bimîne bingeha yekrêziya helwêst û aliyên kurdî ku bijardeya herî serekeye ji bo bidestxistina mafên gelê kurd e.

417