Rêjîma Esed soza armanckirina firokxaneya Til Ebîb dide
Jan 23 2019
ARK NEWS .. ANûnerê Herdem yê Rêjîma Esed di Netewên Yekgirtî de hoşdarî da Israyilê û got ku Rêjîma Esed wê firokxaneya Til Ebîb armanc bikin.
Di gotarekê de li Encûmena Ewlehiya Nevdewletî de Beşar Elce`ferî Nûnerê Herdem yê Rêjîma Esed di Netewên Yekgirtî de ragihand ku êrîşên Israyilê li ser xaka Sûriyê bi taybetî balafixaneya Şamê ya navdewletî nayên qebûlkirin.
Herweha Ce`ferî got ku eger Civaka Navdewletî li himber êrîşên Israyilê bê deng be , wî demî Rêjîma Esed jî wê balafirxaneya Til Ebîb armanc bike.
L.A
584
