Malbata zarokekî ku di daristanên Bulgariya de jiyana xwe ji dest daye banga Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin bo veguhestina termê wî

Malbata zarokekî ku di daristanên Bulgariya de jiyana xwe ji dest daye banga Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin bo veguhestina termê wî

Nov 28 2023

Koçberekî din ê ji R. Kurdistanê bû qurbaniya rêya koçberiyê ber bi welatên Ewropayê ve, ku di wê rêyê de bi sedan kes ji bo peydakirina jiyaneke baştir jiyana xwe ji dest dan.

Zarokê biçûk Bîlal Heysem Bozan yê (16 salî), ji bajarokê Til Eran ê ser bi parêzgeha Helebê,

ji ber serma û barana dijwar li ser sînorê Bulgariya di dema ku berê xwe li penaberiya yek ji welatên yekêtiya Ewropayê ve jiyana xwe ji dest da û termê wî hîn jî li nexweşxaneya Bulgariya ye.

Elî Bîlal Bozan apê zarokê jiyana xwe ji dest daye îro 28ê Mijdarê di daxuyaniyekê de bo Ark News ragihand

ku biraziyê wî ji ber serma û barana zêde li ser sînorê Bulgariya û Sirbiya dema ku dixwest derbas Ewrope bibe di nav daristanan de westiya.

Ew ji bo nexweşxaneyeke Bulgariya hat veguhestin û li wir jiyana xwe ji dest da.

Di rêya Ark News re daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ku termê wî radestî Herêma Kurdistanê were kirin da ku ji bo R. Kurdistanê were veguhestin û li welatê wî were veşartin.

Her roj bi dehan kes ji R. Kurdistanê bi rêya qaçaxiyê ber bi Ewropayê ve diçin, di vê rêyê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane û çarenivîsa bi sedan kesan jî ne diyar e.

25