Careke din.. Balafirxaneya Şamê ya Navdewletî ji kar ket

Careke din.. Balafirxaneya Şamê ya Navdewletî ji kar ket

Nov 27 2023

Roja Yekşemê balafirên şer yên Israîlî careke din, hejmarek xal li Şamê armanc kirin.

Malpera "Sewt Elasima" daye zanîn ku 3 xal li Şamê hatine armanckirin: "Balafirxaneya Mezê ya leşkerî û balafirxaneya Şamê ya navdewletî, Herweha xalek li başûrê Şamê".

Piştî bêtirî mehekê, ew çend demjimêr bûn ku balafirxaneya Şamê vegeriyabû kar, ji encama êrîşê careke din ji kar ket, û berê balefirên ku ber bi Şamê ve dihatin bo balafirxaneyên Heleb û Lazqiyê, hatin guhartin.

Di dema dawiyê de Israîl herdu balafirxaneyên Şam û Helebê armanc dike, bi gotina wê: "Îran wan balafirxaneyan ji bo veguhastina çek û alavên leşkerî bo Sûriyê bi kar tîne. Êrîş bersivdan in ji mûşekên ku ji Sûriyê berev Israîl tên avêtin".

Her careke ku balafirxaneyên Şam û Helebê têne armanckirin, fişareke mezin li ser yê Laziqiyê dirust dibe, ji ber ku ew bi tena xwe ji bo geştên navdewletî li Sûriyê dimîne.

152