Seîd Umer li ser mijara vekirina deriyê Fîşabûrê daxuyaniyek da

Seîd Umer li ser mijara vekirina deriyê Fîşabûrê daxuyaniyek da

May 27 2020

ARK NEWS... Berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya derbarê vekirina deriyê Fîşabûrê daxuyaniyek da û got dê ji bo şeş rojan were vekirin.

Seîd Umer, berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya taybet ji ARKê re ragihand Deriyê Fîşabûr û Sêmalka dê li pêş kesên ku bi seredan hatibû Herêma Kurdistanê were vekirin û dikarin careke din vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Umer da zanîn ku derî ji roja Şemiyê ango ji 30 Gulanê ta roja Pênşemê dê were vekirin û kesên li Herêma Kurdistanê dikarin vegerin.

Derbarê kesên ku bi seredan cûne Rojavayê Kurdistanê, Seîd Umer berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya tekez kir ku hîn tu biryar derneketiye.

Ş.E

397