Dema vekirina deriyê Fîşabûr hat diyarkirin
Feb 07 2021
ARK NEWS... Nûneratiya herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, îro 7ê Sibatê 2021ê, ragihand ku deriyê Pîşabûr careke din dê were vekirin.
Nûneratiyê di belavokê de li ser rûpela xwe ye fermî da zanîn ku ji siba ve, wate ji roja Duşemê ve, deriyê Fîşabûr yê hevsînor bi Rojavayê Kurdistanê re dê were vekirin.
Nûnaretiyê herweha tekez kir ku di heftiyê de her roja Şemiyê, Duşemê, û Çareşemê dê li pêş kesên ku dikarin herin û werin vekirî be.
Ş.E
382
