Yasanasên Sûrî daxwaza destdanîna li ser malên Rifet Esed dikin
Jan 29 2020
ARK NEWS ... Yasanasên Sûrî daxwaza destdanîna mal û mulkên Rifet Esed û radestkirina mal û milkên wî bo hikûmeta veguhêz kir.
Desteya Yasanasên Sûrî di bîrnameyeke yasayî de daxwaz ji her yek ji welatê Firensa, Birîtaniya, Siwîsra û Ispaniya kir, ku tevaya mal û milkên Rifet Esed apê serokê rêjîmê Beşar Esed desteser dikin. Piştî rûxandina rêjîma Esed mal û milkên Rifet Esed li gorî daxuyaniya Cinêvê û herdu biryarên Navdewletî 2254 û 2118, hikûmeta veguhêz were radestkirin.
588