Xêrxwaziya Barzanî xuleke fêrkirina Îngilîzî li kampa Dareşekran vekir

Xêrxwaziya Barzanî xuleke fêrkirina Îngilîzî li kampa Dareşekran vekir

Nov 20 2023

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xuleke fêrkirina zimanê Îngilîzî li kampa Dareşekran ya penaberan li sînorê parêzgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistanê vekir.

Dezgehê duh 19ê Mijdara 2023yan, li ser rûpela xwe di tora civakî “Facebook” de ragihand, ku wê bi hevkariyê li gel dezgeha (The Stirling Foundation), di 15ê mehê de, xuleke fêrkirina zimanê li kampa navenda Qedrî Can li kampa Dareşekran vekir.

Serbar kir, ku 26 xwendekar di xulê de beşdar bûne.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rêxistineke ne hikûmî ye, di warê mirovî de li Herêma Kurdistanê kar dike, alîkariyan ji peneber, derbider û xwedan pêdiviyên taybet re peyda dike.

147