
Di roja cîhanî ya zarokan de.. Çarenivîsa bi dehan zarok ji aliyê QSDê ve hatine revandin ne diyar e
Di roja cîhanî ya zarokan de, çarenivîsa bi dehan zrok yên ku ji aliyê tevgera "Ciwanên Şoreşger" ya ser bi QSDê ve revandî, ne diyar e, zincîra revandina zarokan jî li Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola QSDê de berdewam dike.
Li gorî belgekirina ARK, di meha Cotmehê de 5 zarokên jêr 18 salî ji aliyê hêzên Sûriya Demoqratkî QSDê ve li Rojavayê Kurdistanê û Helebê hatine revandin, biçûktirîn zarok 12 salî ye.
Ji wan 5 zarokan, 4 li bajarê Qamişlo hatine revadin û her çar keç in û kurd in, û zarokek li taxa Şêx Meqsûda Helebê hatiye revandin ew jî ereb e.
Yekem qurbanî, Salîn Iyad Mehmûd e, keça 14 salî li bajarê Qamişlo nêzîk yarîgehê di 7ê Cotmehê de ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin ku keça tekane ya malbata xwe ye.
Solîn Ibrahîm 15 salî, 14 Cotmehê, li bajarê Qamişlo ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.
Di 17ê Cotmehê de her yek ji Mîrav Ednan Xaşo 15 salî, û Sîmêl Zêdan Ismaîl 14 salî, ji aliyê çekdarên Yekîneyên Parastina Jinê YPJê ve li Qamişlo hatine revandin.
Di 20î Cotmehê de Ezedîn Bekrî Nesan ku bi xwe ereb e, bi tenê 12 salî ye li tax Şêx Meqsûda Helebê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.
Di 8ê Mijdarê de, Sebriye Şiyar Misto, temen 13 salî, ji taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê ji aliyê tevgera "Ciwanên Şoreşger" ve hatiye revandin, di 11ê vê mehê de hat vegerandin.
Di 16ê Mijdarê de, Stêr Ehmed, temen 14 salî, ji taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê ji aliyê tevgera "Ciwanên Şoreşger" ve hartiye revandin.
Revandina zarokan berûvajî rêkeftina ku Mezlûm Kobanê fermandarê QSDê li gel Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan û çekirina wan, di sala 2019an îmze kiriye tê, ku yek ji naveroka wê rêkeftinê rêgirîkirina tevlîkirina zarokan nava QSDê ye, û serbestberdan zarokên jêr 18 salî yên ku tevlî bûne, tevî bang û hawar mlabatan, ev diyardeya ku berê mlabatan dide derveyî welêt û koçberiyê berdewam dike.
42