Rêvebiriya PYDê para rêjîma Sûriyê ji petrolê zêde dike
Medyaya rêjîma Sûriyê eşkere kir ku rêveberiya PYDê di heftiya borî de para rêjîma Sûriyê ji petrolê du qat zêde kiriye, di demekê de ku navçeyên di bin kontrola PYDê de rastî kirîza sotemeniyê tên.
Kanala Sûriya ragihand ku di heyama du rojên borî de, Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) zêdetirî 150 tankerên barkirî bi petrolê ji parêzgeha Hesekê şandine navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de.
Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka vê mehê (Mijdar) ve, Hêzên Sûriya Demoqratîk nêzîkî 300 hezar bermîlên nefta xav bi rêya dergehê Minbicê li rojhilatê bajarê Helebê derbasî devera dibin kontrola rêjîma Sûrî kirine.
Çavkaniya medyayî ya Sûriyê eşkere kir ku Hêzên Sûriya Demoqratîk bi grûp tankan dişîne, her komek ji 10 tankan pêk tê û di navbera her komekê û komekê de heta nîv demjimêrekê jî heye.
Çavkaniyeke nêzîkî rêveberiya PYDê eşkere kir ku rêveberiya PYDê nikare mûçeyê genimê cotkaran û mûçeyên mehane yên hemû karmendên xwe dabîn bike.
Rêveberiya PYDê bi rêjîma Sûriyê re li hev kirî ku di dawiya her mehê û destpêka her mehê de, rêjeya petrolê ya ku tê şandin li beramberî dabînkirina pereyên bi lîreyên sûrî, wê neftê zêde bike.
Tê zanên ku ev çend meh in, navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê û rojavayê Kurdistanê yên dibin kontrola QSDê de tûşî kirîza sotemeniyê tê, bû sedem ku nirxê mazotê %300 du caran di 4 mehên dawî de, girantir bûye.
78