
Di zivistanê de kirîza sotemeniyê azara welatiyên Rojavayê Kurdistanê zêde dike
Hevdemê derbasbûna werzê Zivistanê, azara welatiyan li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê ji berdewamiya kirîza mazota otombîlan û ya germkirinê berdewam e.
Li gor parçe vîdyoyeke taybet ku gihiştiye ARKê, li pêş westgehên sotemeniyê li bajarê Qamişlo, bi sedên otombîlan di noreyên wegirtina mazotê de rawestiyane.
Jêderine taybet jî dane zanîn: "Qerebalixeke zêde li pêş westgehan heye û welatî ji berdewamiya kirîzê ku bandor li hemî movikên jiyanê yên sereke kiriye, ne razî ne".
Got jî: "Rêveberiya PYDê sotemeniyê li ser gelek westgehan dabeş nake û pişka taybet bi her westgehekê kêm kiriyê, tevlî vê yekê jî kiwalîtiya mazotê xirab e".
Jêder her tekez dikin: "Hevdemê kirîza sotemeniyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê, bi sedên tankerên barkirî bi petrol û mazotê, li dergehê başûrê Qamişlo, li bendê ne ku berev navçeyên Girûpên Çekdar û Rêjîma Sûrî biçin".
JI bajarê Kobanê Jî hejmarek vîdiyo gihiştin ARKê, ku bi sedên otombîlan rawestiyane ji bo wergirtina mazota germkirinê.
Di 5ê Mijdarê de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de tekez kir: "Karwanên mezin ku bi sedên tankerên barkirî bi dahatên petrolê li xwe digirtin, ji navçeyên di bin kontirola QSDê de li biyabana Dêrazorê derketin, beşek ji wan berev navçeyên girûpan çûn û yê din berev navçeyên Rêjîmê.
44