Fermandarekî (Sultan Murad) dest danî ser 3200 dar li Efrînê

Fermandarekî (Sultan Murad) dest danî ser 3200 dar li Efrînê

Nov 14 2023

Fermandarekî çekdarên Sultan Murad dest danî ser bi hezaran darên penaber û derbiderên Kurd li bajarokê Kotana li navçeya Bilbilê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

Çalakvan Mistefa Şêxo ji ARK re ragihand, ku Obeyda Ebo Elî fermandarekî çekdarên Sultan Murad bi fermandariya Fehîm Îsa li Kotana dest danî ser 3200 darî zeytonan û berhma daran bi temamî desteser kir, serbar kir, birêkarên xwedanên daran li Efrînê hene, lê Obeyda Ebo Elî dan bi wan nekir.

Xwedanên darên ku Obeyda dest danî ser ev in:

- Hesen Sîdo Bîlal: 1000 dar
- Nezmî Îbo: 800 dar
- Zarokên koçbarkirî Îso Ehmed Me`mûş: 500 dar
- Zarokên koçbarkirî Ebdulrehman Mistefa Horî: 450 dar
- Hisên Mihemed Şêxo: 300 dar
- Emed Reşo Xelo: 100 dar
- Emed Henan Çolaq: 80 dar

Efrîn devereke Rojavayê Kurdistanê bi çandiniyê naskirî ye, ji navenda bajêr, 7 navçe û 366 gundan pêk tê, li Efrînê zêdetirî 18 melyon darên biber û bêber hene, serbarî berhemên din wek Henar û curên din yên fêkî.

Sê cur bac li ser cotkarên Kurd li Efrînê tên sepandin, ew jî ev in:

- Berhema darên koçberkiriyên li kampên Şehbayê bi temamî tê desteserkirin bi behaneya ku ew alîgirên rêveberiya PYDê ne.

- Penaberên li Turkiya, Libnan û Herêma Kurdistanê: Bi rêjeya 40%, ev rêje jî ji gund bo gund tê guhertin.

- Rêjeya 10% jî li ser cotkarên ku li Efrînê dimînin tê sepandin.

328