Desteya Danûstandkara Sûriyê civîna xwe ya normal li Cinêfê li dar dixe
Desteya Danûstandkara Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokê Desteya Danûstandkara Sûriyê Bedir Elcamûs vexwendin ji bo beşdarbûnê di civîna Desteyê ya normal de ya ku biryar e di heftiya bê de were lidarxistin arasteyî şandeyên navdewletî yên taybet bi Sûriyê kiriye.
Daxuyaniyê diyar kir ku civîna Desteyê ya normal wê di herdu rojên 17 -18 Mijdarê li Cinêfê were lidarxistin.
Serbar kir ku desteyê wê roja şemiya bê ango rêkefta 17 Mijdarê wê civîna xwe ya navxweyî li dar bixe ji bo tekezkirin li ser dozên sereke bi çareseriya siyasî li Sûriyê, pêwîstiya rabûna NY bi erkê xwe derbarê kirîza Sûriyê ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî û gengeşekirina mijarên navxweyî û komîteyan.
Herweha daxuyaniyê da zanîn jî ku şanda Desteya Danûstandkara Sûriyê wê jimareyek hevdîtin li gel tîma ofîsa taybet bi Gêr Bêdirson Şandeyê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê encam bide, ji bo gengeşekirina dawîn pêşhateyên proseya siyasî û pêwîstiya kar bi cidî ji bo cîbicîkirina biryara navdewletî ya jimare 2254 û cîbicîkirina bendên biryarê bigiştî.
daxuyaniyê amaje bi wê çendê jî kir ku ji bo beşdarbûnê di cvîna Desteyê de li Cnêfê vexwendin ji Şandeyên Navdewletî yên taybet bo Sûriyê hate şandinji bo piştevaniya proseya siyasî li Sûriyê.
Herweha wê jimareyek civîn û hevdîtin jî li gel Rêxistinên Civaka Sivîl li jêr pilana Desteyê ji bo ektîvkirina rola wan rêxsitinan di piştevaniya proseya siyasî de li dar bixe .
Di herdu rojên 3 -4ê Hizêrana derbasbûyî Desteya Danûstandkara Sûriyê Desteya Danûstandkara Sûriyê , û piştî nêzîkî 3 salan ji rawestanê careke din dest bi lidarxistina civînên xwe li Cinêfê kir .
228
