Du pizîşkên Kurd li Şamê pileyên yekem di

Du pizîşkên Kurd li Şamê pileyên yekem di "Borda Sûrî" de wergirtin

Nov 09 2023

Du Pizîşkên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê, li Şama paytexta Sûriyê, pileyên yekem di "Borda Sûrî" de wergirtin.

Solîn Ebdulezîz Beşar, ji bajarê Qamişlo ye, yekem di Desteya Sûrî ya Pisporiya Pizîşkî di beşê nexweşiyên çav û neştergeriya wê de, wergirt.

Her weha, Şêrwan Remedan Elî ji bajarê Dêrikê, pileya yekê di Desteya Sûrî ya pisporiya pizîşkî di beşê nexweşiyên hundirîn de wergirt.

Ku ew bawernameya Desteya Sûrî ya Pisporiya Pizîşkî, ku bi Borda Sûrî tê naskirin, piştî demeke ji fêrxwaziya derçûyên zanîngehê tê dayîn.

Bi hezaran ji xwendekarên Kurd li parêzgehên Sûriyê dixwînin, salane nimreyên baş werdigirin û pencemora xwe dihêlin.

357