PYDê ji 10 salan ve Idrîs Elo revandiye û çarenivîsa wî diyar nekiriye
Parêzer Idrîs Elo çalakvanê siyasî û endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, 10 sal in ji aliyê PYDê ve revandî ye, heta weke roja îro tu danpêdan ji PYDê derbarê girtina wî de derneketiye.
Idrîs Elo sala 1968an ji dayîk bûye ji gundê Dîkê yê navçeya Raco ye, li navenda bajarê Efrînê li taxa Eşrefiyê dijiya û wek parêzer kar dikir, ji destpêka kirîza Sûriyê tevlî liv û tevgera dijî rêjîmê bû.
Di 8ê Mijdara 2013an girûpeke çekdar ser bi PYDê ve êrîş bir ser mala wî û Idrîs Elo bin çav kir, ji bo cihekî nediyar bir û ta niha ne diyar e di zîndanên PYDê de ye, yan ji bo rêjîmê hatiye radestkirin.
Gelek hewl ji aliyê malbata wî ve hatin dan da ku çarenivîsa wî diyar bikin lê hewlên wan bê encam bûn, berpirsên PYDê ku li Efrînê desthelatdar bûn danpêdan bi wê yekê nekir û digotin ku tu kes bi navê Idrîs Elo li cem wan tune ye.
Tevî bangên berdewam ji Encûmna Niştîmanî ya Kurdî, çalakvan û rêxistinan ve bo bidawîanîna van kiryar û binpêkirian, PYDê li ser pilana xwe rijd e, û her dem û demekê endam, û alîgirên ENKSê û partiyên di nav de dike armanc û bin çav dike, ENKSê jî tekez dike ku ev kiryar berê şêniyên kurd dide koçberiyê, herî dawiyê Cinêd Seyid Mecîd e, endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ji 15ê Tebaxê ve li gel Berzan Hisên rojnamevan di Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûryia de hatiye girtin, di 30yê Îlûnê de Berzan hat berdan lê Cinêd ta niha girtî ye.
261
