Parêzgarê Hewlêrê çû ber dilovaniya Xwedê
Nov 18 2020
ARK NEWS... Îro 18ê Mijdara 2020an, parêzgarê Hewlêre li Turkiyê koça dawî kir.
Ferset Sofî parêzgarê Hewlêrê, ji ber nexweşiya koronayê di nexweşxaneyeke Turkiyê de, çû ber dilovaniya Xwedê.
Sofî beriya çend rojan bi koronayê katibû, ji bo nexweşxaneyên Turkiyê hatibû veguhestin. Lê ji ber xerabûna tunduristiya wî, îro koça dawî kir.
Biryar e siba termê wî ji bo herêma Kurdistanê were veguhestin da ku li zêde xwe bi axê were spartin.
Ş.E
396
