Serok Barzanî derbarê destdirêjiya li ser jina Kurd: Tawan wiha derbas nabe
ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî nameyek ji bo raya giştî belav kir, tê de tawana destdirêjiya li ser jineke Kurd li Kerkûkê bi tundî şermezar kir û got ku ew tawan bi bê size derbas nabe. Naveroka nameyê ev e:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ev çend roje nûçeyek li ragihandinan belav bûye ku hejmarek kesên ser bi hêzên Heşd û Polîsên Iraqî li nêzîkî bazgeha Pirdê destdirêjiyê kirine ser jineke Kurd ku xwediyê pêdiviyê taybete û li malbateke gelek hejar û bêdesthilatê sînorê parêzgeha Kerkûke.
Daxwaz ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê dikim bi hevbeşî lêkolîneke tevahî li vê tawana diltezîn bikin û encamderên wê tawanê bêne sizadan. Eve tawan û sîtemekî gelek mezine ku li welatiyeke bêpena yê Kurd li jêr sayeya îdare û serbaziya sepandiya Kerkûkê kirine ku her li destpêkê ve heta niha ev desthilat li ser ewe rahatiye li rêyên cûr bi cûr dijayetiya welatiyên Kurdên Kerkûk û mafên wan bike.
Bila hîç kes û aliyek wiha bîr û hizir neke ku tawanên bi vî awayî li ser wan da derbas dibe yan çavpoşî lê tê kirin. Ev destdirêjiye şikandina kerameta welatiyên neku tenê Kerkûkê belku hemû Kurde û encamderên vê bêwîcdaniyê divê bi tundtirîn awayî bêne siza dan.
Mesûd Barzanî
10.04.2020
243