Bi dehan ji malbatên kurd vegeriyan navceya Mabeta ya Efrînê
Li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê malbatên kurd vedigerin ser zêdên xwe ku ev yek, hevdemê binpêkirin û kiryarên nemirovî di dermafê kurdan de têne encamdan, dîsa jî pêla vegerê berdewam dike, û ew yek nabin rêgir.
Jêderên xwecihî taybet dane zanîn ku hejmareke din ji malbatên din vegeriyane ser mal û mulkên xwe, malbat ji navçeya Mabeta ne, ku herî dawiyê du malbat ji Turkiyê vegeriyabûn, yên din jî di rojên bûrî de vegeriyane.
Ev yek di demekê de tê ku di çarçoveya heyvekê de çendîn malbat vegeriyane, ji Herêma Kurdistanê, Helebê, Şehbayê, Turkiyê û Lubnanê çûne ser warê xwe, lê pirgirêka sereke li ba wan vegerandina mal û mulkan e.
Beriya çend rojan malbata her yek ji Elî Reşo û Ebdîn Mustefa Îso, ji Helebê gihiştin gundê xwe, Xalta ku gundekî ser bi Cindirêsê ve ye û di bin destê Ceyş Elşerqiyê ye, lê çekdarên navbûrî, red kirin mal û mulkên wan ji wan re vegernîn, ji bilî redkirina vegerandinê, ji gund derxistin.
Jêderên taybet ji ARKê re tekez kirin ku her du malbat neçar bûn, li navend bajarê Efrînê, dûr ji gund û kesûkarên xwe bijîn, ji xwe re du xaniyên kirê girtin, ku piraniya mabatên vedigerin rastî vê pirsgirêkê tên, ji ber ku komên çekdaran û erebên derbider destê xwe danîne ser mal û mulkên kudan.
263
