3 encûmenên Herêmî yên PDK-Sê salvegera damezrandina PDK-Sê vejand

3 encûmenên Herêmî yên PDK-Sê salvegera damezrandina PDK-Sê vejand

Jun 16 2021

ARK NEWS... Roja Duşemê 14. 06. 2021 bi amadebûna endam, kadir, cemawer, nûnerên encûmenên xwecehî yên ENKSê, kesayetên siyasî, civakî, olî, rewşenbîr, tevgerên jin û ciwanan encumenên herêmî yên Girkê Legê , Çil Axa û Koçera yên Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê helkefta 64emîn salvegera damezrandina PDK-Sê li bajarokê Girkê Legê yê ser bi Dêrikê ve vejand.

Bi vê helkeftê berpirsê rêxistina giştî ya PDK-Sê Ebdulkerîm Mihemed gotarek pêşkêş kir, tê de behsa damezrandina Partî , xebat û rola damezirên wê di xizmeta doza kurdî û rêbaza Barzaniyê nemir de kir.

Herweha du gotarên din ji aliyê Elî Ferso serokê xwecehiya şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan û gotina xwecihiya Girkê Legê ya ENKSê ji aliyê Salih Simo ve hatin pêşkêşkrin û gelek birûskên pîrozbahiyê jî hatin xwendin.

434