Dawîtirîn pêşhateyên Efrînê

Dawîtirîn pêşhateyên Efrînê

Nov 19 2018

ARK NEWS .. Piştî ku girûpên çekdar di binpêkirinên xwe de derheqê welatiyên Efrînê pir û zêde kirin, ji kuştin, lêdan, revandin, xwestina pere, dizî, girtina ser malan û piştî derbasbûna 8 mehan ji derbasbûna Turkiyê ji bo Efrînê , hêzênTukiyê yên taybet bi alîkariya polîsên leşkerî operasyoneke berfereh derheqê girûpên çekdar yên bi binpêkirinan radibin encam da.

Ji 18ê Mijdarê 2018 bi şevê ve rewşa hawarçûnê û qedexekirina çûn û hatina sivilan hatiye ragihandin piştre operasyon dest pê kir û balafirên çavdêriyê û leşkerî li asmana Efrînê de difrîn .

Ji aliyê xwe ve desteya erkana giştî ya çekdarên artêşa niştîmanî ya ser bi hikûmeta Sûriya demkî di daxuyaniyekê de ragihand ku rewşa hewarçûnê ji bo desteserkirina girûp û çeteyên ku ji yasa derketine bike.

Ew operasyon bi serpireştiya çekdarên artêşa niştîmanî û polîsên leşkerî ye .

Jêderekî taybet ji nav polîsan ji ARKê re ragihand ku ew operasyon ji bo derxistina çekdarên Al Şerqiya ye ku piraniya wan xelkê Dêrezorê ne.

Li aliyekî din jêderek ji Efrînê ji ARKê re da zanîn ku pevçûn berdewambûn û bi taybet li taxa Vêlat û balafirên şer û yên çavdêriyê di esmana Efrînê de difirîn herwiha dengê du teqînên bi hêz hatin bîstin tê gomankirin ku ji aliyê balefiran ve hatibe encamdan ku di encama şer û pevçûnan de hejmarek kuştî û birîndar ketin .

Di 15 Mijdarê 2018an çalakvanan hin wêneyên belavbûna hêzên taybet yên Turkey belav kirin ku li dibistana Fêsel Qedûr cihê xwe girtibûn

Her li ser wan hêzên ku hatine Efrînê ajansa Anadol ragihandibû ku ew hêz ser bi serokatiya Turkiyê ve ne û dê bi karên taybet rabibin
.
Di heman deman du xolên polîsên sivîlan li navçeya Raco û Mabeta bi dawî hatin û dest bi karê xwe kirin û kar ji bo ku ew polîs li şûna çekdaran çihê xwe bigirin têne kirin .

Ş.E

576