Li Qamîşlo kirîzeke din derket

Li Qamîşlo kirîzeke din derket

Nov 08 2023

Ji duh ve li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, careke din welatî li pêş dergehên nanxaneyan kom dibin û qerbalixeke mezin di dabeşkirina nên de çêbûye.

Jêderên xwecihî ji bajarê Qamişlo dane zanîn ku rêveberiya PYDê dema pêxistina firnên nîv otometîkî kire danê êvarê de.

Serbar kirin: "Li pêş nanxaneyan qerebalixeke zêde heye û kirîzek di dabeşkirina nên de çêbûye. Welatî di noreyan de bi demjimêrên dirêj radiwestin".

Li Rojavayê Kurdistanê kiwaltiya nên xerab e û nirxê wî jî buha ye û nerazîbûn û gazinên welatiyan di çarçoveya piştguhkirina rêveberiya PYDê berdewam in.

174