QSDê zarokek li Helebê revand

QSDê zarokek li Helebê revand

Dec 20 2022

ARK NEWS... Li taxa Şêx Meqsûda Helebê, Hêzên Sûriya Demoqratîk, QSDê, zarokeke kurd revand, ji roja revandina wê ve ta niha tu agahiyek li ser tune ne.

Lavîn Minle Osman, ji beriya 11 rojan , wate 9ê Berçileyê ve, hatiye revandin, temenê wê bi tenê 14 sal in.

Jêderêkê ji taxê taybet ji ARKê re da zanîn ku Lavîn ji aliyê ciwanên şoreşger yên bi ser QSDê ve hatiye revandin, û zarok jî ji şêniyên gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrîna Rojavayê ye, jidayîkbûya 2008an e.

Jêderê amaje bi wê kir ku tevî derbasbûna 11 rojan li ser revandina wê re, lê hîn jî çarenivîsa wê ne diyar e.

Di sala 2019an de Mezlûm Kobanê fermandarê hêzên Sûriya Demoqratîk QSDê bi Vêrciniya Gamba, nûnera Netewên Yekgirtî ya karûbarên zarokan re lihevtêgihiştinek îmze kiribû, tê de biryar hat dan ku êdî zarokan û nûciwanên jêr 18 salî tevlî QSDê nekin, herweha zarokên di nava QSDê de serbest berdin, lê berûvajî naveroka lihevtêgihştinê ta niha revandina zarokan ji aliyê ciwanên şoreşger ve berdewam dike, her dem û demekê de Melûm Kobanê civînan bi wan re encam dide.

Ş.E

297