Serok Barzanî sersaxiyê li Dilawer Ajgeyî kir
ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî nameyek sersaxiyê bi koçadawiya Dilawer Ajgeyî birayê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir. Nameya Serok ev e:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Birêz Kak Dilawer Ajgeyî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrûpa
Bi mixabiniyê ve nûçeya koçadawiya birayê we yê mezin, Silêman Xalîd Ajgeyî gihîşt me.
Serxweşiyê li we yên birêz û tevahiya malbata we ya têkoşer û xizm û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji Xwedayê mezin hêvîdar im giyanê Kak Silêman bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Em ê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
06.08.2020
388
