Serok Barzanî tekezî li ser hevparî, hevsengî û lihevkirinê dike

Serok Barzanî tekezî li ser hevparî, hevsengî û lihevkirinê dike

Oct 30 2023

Serok Mesûd Barzanî duh 29ê Cotmeha 2023yan, pêşwazî li şandeke Hevpeymaniya Hemorabî kir, tê de tekezî li ser parastina mafê mesîhiyan kir.

Di civînê de tekezî li ser pirensîpên hevbeşî, hevparî, hevsengî, lihevkirin û pêkvejiyana netewî, olî siyasî navbera pêkhateyên Kurdistanî kir.

Şanda mêvan spasiya serok li ser helwêsta wî derbarê doza Patriyerk Kardînal Mar Liwîs Sako kir, her weha hawarhatina qurbaniyên Hemedaniyê, ku tê de bi dehan li hola ahengan de şewitîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn.

Serok Mesûd Barzanî tekezî li ser piştevaniya mesîhî û pêkhateyên Kurdistanî kir.


98