Tora mafên mirovan daxwaz ji PYDê kir ku çarenivîsa serkirde Behzad Dorsin eşkere bike
Tora Mafên Mirovan bang li Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê kir ku çarenivîsa serkirde Behzad Dorsin, endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrat Kurdistan - Sûriyê eşkere bike û bê şert û merc serbest berde.
Tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di daxuyaniyekê de ku ji aliyê ARK NEWS ve hat şopandin, ragihand: “Îro 24ê Cotmeha 2023an, salvegera revandina serkirde û endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Behzad Dorsin derbas dibe, ku ji aliyê girûpeke girêdayî bi Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê li derdora bajarê Dêrikê hate revandin.
Tora Çavdêriyê ya Mafên Mirovan li Sûriyê tekez kir binpêkirinên ku ji aliyê PYD û alîgirên wê ve tên kirin dikevê çarçoveya bêdengkirina dengên demoqrat û sivîl ên ku daxwaza azadî, demoqrasî û wekheviyê di civakê de dikin tê.
Tora Çavdêriyê ya Sûriyê di daxuyaniya xwe de careke din daxwaziya xwe nû kir û bang li PYDê kir ku çarenivîsa serkirde Behzad Dursin eşkere bike.
Serkirde Behzad Dorsin, endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya û Nidal Osman, endamê heman Partiyê, di 25ê cotmeha 2012ê de ji aliyê grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve li derdora bajarê Dêrikê li R. Kurdistanê hatin revandin.
Tê zanîn rêvebiriya PYDê hîna rijde ku çarenivîsa girtiyên kurd eşkere neke, ji wan serkirde Behzad Dorsin, Nîdal Osman, Ehmed Sîdo, Fûad Îbrahîm, parêzer Idrîs Alo, 8 efserên kurd û yên din.
133
