Koçer Bîrkar: Kurd têne kuştin dunya jî wekû fîlmekê temaşe dike!

Koçer Bîrkar: Kurd têne kuştin dunya jî wekû fîlmekê temaşe dike!

Oct 17 2019

ARK NEWS .. Zanayê kurd û xwedanê xelata Nobel ya bîrkariyê, Koçer Bîrkar li ser êrîşên Turkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir.

Zana Koçer Bîrkar li ser rûpela xwe ya fêsbokê peyamek li ser êrîşên Tukriyê li dijî Rojavayê Kurdistanê û komkujiya kurdan peyamek belav kiriye û ragihandiye, war û bajarên kurdan tên agirbarankirin, welatê wan tê wêrankirin û zarokên wan tên kuştin lê tu dibêjî dunya li fîlmê temaşe dike! Bi rastî jî dunyayekî pûç e!

Koçer Bîrkar her wiha gotiye, helbet ev dunya xalî bi ser her wisa bûye û dê her wisa jî bimîne. Xwîna mirovên belengaz tê rijandin.

Wî zanayê kurd gilî li kurdan jî kiriye û gotiye, ji hemiyan nexoştir ew e ku kurd niha gelekî germ û bi hêrs in lê piştî çend mehan dê her tiştî ji bîr bikin û bo kêfê herin turkistanê (mebasta wî Tirkiye ye)!

455