Peyva Barazanî

Peyva Barazanî

Mar 01 2021

Peyva Barazanî
Mahir Hesen

Peyva Barazanî nîşana tirsa barbara ye di pêşerojê de û belavkirina têgeha formula netewî ye , çawa wêrekî dipejirîne û li beramberî têkbirina tuxmê kurdan tixûbê alîkariya dijberiya leşkerî danî, nebe ku kurd bigihîje asta metirsiya hebûna xwe , nemaze pêşmergên dilêr yên di xweşî û nexweşî de bidomdarî dijberî welatên dagîrker bi serfirazî xebitîne bo têkbirina planên wan di qada navneteweyî û herêmî de
Nemir Mela Mustfa Barazanî li ser guhrîna azmûna zordariya netewî ku zêdetirî sedsalekê dom dike , ne tenê li Iraqê , lê li Tirkiye, Iran û Sûriya jî, xebat kir , û kevirê bengiha kurdayetî li hemberî sedemên têkçûna herêmên kurdan û dûrxistina wan ji şaristaniyê û tunebûna prensîbên demokratîk din nav wan de danî

Welatparêzîyek dilpak û bikêrhatîbûnek mezin , bi bawerî û hezkirin Barzanî doza kurdî bi duniyayê da zanîn , û bêtar bi dewletbûnê ve guhezt. Nemir Barazanî gazî her kurdekî kir û ji bo serfirazî zehmetiyên mezin ên ku ew pê re rûbirû hat di mêjo û dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsand , û berdewam kir ku armanca neteweyî ya herî berbiçav pêk bîne, û bi ramana xwebaweriyê di warên avakirin û geşedanê de destkeftiyên mezin bi dest bixin. Nemir Barazanî girîngî û bizava xwe da doza Kurdî , û hewilên xwe yên domdar da ku bigihîje çareseriyek rewa , û ji bo mafê Kurdan bêhedan bû.

Rêbaza Barazanî bû giraniyek pêşwextî di siyaseta kurdan de , ku bi şehrezayî û pêbaweriyê gav di qada navnetwyî de avêtine.

Cil û du sal li ser koçkirina Nemir Barazanî ve derbas bûn û rêbaza wî roj bi roj , gav bi gav , kêlîk bi kêlîk xurtire û bilindtir dibe.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

327