Bilindkirina Nerxê derxistina Pasporta Sûrî ya

Bilindkirina Nerxê derxistina Pasporta Sûrî ya "normal"

Dec 30 2023

Jêderên xwecihî eşkere kir ku Wezareta Hindir ya ser bi Rêjîmê ve, kirêya derxistina pasporta normal bilind kiriye.

Li gor malpera "Sewt Elasîma", Rêjîmê kirêya derxistina pasporta Sûrî ya normal bi rêjeya 260% bilind kiriye.

Pasporta normal ku beriya niha bi 70 ta 100 hezar leyreyên Sûrî dihat derxistin, kirêya derxistina wê bûye 250 hezar.

Jêderê amaje kiriye ku ev biryar ji despêka sala 2024an ve dê were bicîkirin.

Di 20ê vê Berçileyê de, Rêjîmê kirêya derxistina Pasporta bilez ji melyonek û 5 hezaran, kire 2 meliyon LS.

Li ser asta cîhanê pasporta Sûrî di buhabûnê de ya duyem e, herweha duyem xerabtirîn passport e, hilgirê wê dikare bi tenê derbasî 28 welatan bibe.

307