Serok Barzanî pêşwazî li Desteya Serokatiya ENKS kir
Oct 25 2023
Serok Mesûd Barzanî li gel desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS dawîn guhartinên siyasî li Suriyê û navçeyê gotûbêj kir.
Serok Barzanî, roja Sêşemê 24ê Cotmeha 2023yan, li Selahedîn pêşwazî li desteya serokayetiya ENKS kir.
Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî, di hevdîtinê de dawîn guhartinên siyasî li Suriyê û navçeyê hatine gotûbêjkirin.
Herweha di hevdîtinê de, ronahî hate xistin li ser astengiyên li pêş pêşeroja miletê kurd li Sûriyê.
203
