Kirîza Av û Elektirîkê li bajarê Hesekê berfirehtir bûye

Kirîza Av û Elektirîkê li bajarê Hesekê berfirehtir bûye

Oct 24 2023

Xelkê bajarê Hesekê ji Kirîzên cor bi cor dinalê, û Êdî çîna hejar ji nirxên hemû corên Xizmetguzariyan dinale , nexasim kirîzên Av, Elektirîkê û Sotemeniyê.

Di gel buhabûna nirxê Mazotê ku ji 525 Lêreyên Sûrî bilind bû bo 2050 LS, nirxê Avê jî buha bû û her tankek Ava vexwarinê ji 15 Hezar Lêreyên Sûrî bo 25 Hezar LS bilind bû.

Herwiha, li gel buhabûna Mazotê nirxê Empêrên Keherebê jî hate buha kirin, bi taybetî, nirxê Empêrên Elektirîkê yên Cenaretoran li taxan jî buha bû.

Di vê derbarê de, welatiyek Xelkê bajarê Hesekê ji bo ARK NEWS got: Bi rastî rewşa Avê gelekî xirab e li bajarê Hesekê, demeke dirêj Xelk bê Av maye ji tevlhevî û kêşeyên Wêstgeha Elok ya Avê, anha Ava kiryarî jî buha bûye, ji xwe Kehrebe jî ne muntezeme, Muwelîde nirxê xwe bilind tir kirine, Êş û Azarên me zêde tir kirine.

Herwiha welatiyek din amaje bi kirîza Elektirîkê kir û got: keherb li bajarê Hesekê tune ye, tenê 2 demjimêran heye, nirxê Muwelîdan jî buha ye, ji Xelkê nayê wizeya Rojê jî bikar bîne ji ber alavên wê gelek buhan e, Xelk Feqîr e, Hejar e, ne her kes zaroyên wan ji derve ne, Pere ji wan re ji derve tê.

Li bajarê Hesekê, niha piraniya Xelkê di asta hejariyê de dijîn, nexasim, anha Emin û Emanet nemaye, nirxên hemû pêdiviyan buha bûye, buhayê Lêreya Sûrî ketiye li himber Dolar û Diravê biyanî, ji xwe Milmilanî , Şerên Girupên Çekdar û Hêzên kontrola Deverê dikin Derdeserî û Êş û azarên xelkê zêdetir kiriye û Pêla Koçberiyê berfirehtir kiriye.

233