
Serok Barzanî spasiya Komîta Navendî ya PDK-Sê kir
Aug 23 2022
ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî spasiya komîta navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê kir. Barzanî di peyama spasiyê de got, name û pîrozbahiya we ya qedirgiran bi helkefta 76emîn salvegera damezrandina Partiya Dîmokrata Kurdistanê gihişt me.
Serok Barzanî got, spasiya hestên we li hember partiya me û gelê Kurdistanê dikim û daxwazê ji Xwedayê dilovan dikim ku alîkarê we be ji bo bicîanîna armancên gelê me yê kurd da ku bigihine jiyaneke birûmet.
350