ENKSê nameyek ji Emerîka re şand
Dec 03 2020
ARK NEWS... Roja Sêşemê 01.12.2020, Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê nameyek bilez ji berpirsyên wezareta derve ya Emerîka re şand.
Li gor agahiyan nameya ENKSê derbarê gefên çekdarên PYDê ji malbatên Pêşmergeyên Roj re bû.
Çekdarên PYDê li bajarê Dirbasiyê gev li malbatên Pêşmergeyên Roj xwarbûn, dema ku ew malbat xwestibûn dezgeha sêxorên PYDê li bajarê Dirbasiyê, kadroyên PKKê yên bi koka xwe ji şêniyên Bakurê Kurdistanê bûn lêkolîn û tometên bê binema xistbûn stûyên malbatên Pêşmergeyên Roj û gef li wan malbatan xwaribûn.
478
