Ziman 4 .. Peyvşîrînî û Peyvtersî di Kurdî de ( Euphemisims and Taboos)

Ziman 4 .. Peyvşîrînî û Peyvtersî di Kurdî de ( Euphemisims and Taboos)

Jun 20 2019

Peyvşîrînî û Peyvtersî di Kurdî de ( Euphemisims and Taboos)

Di hemû zimanan de peyvên xweş û şîrîn hene û peyvên ne xweş, ters û qedexe hene.

Di zimanê kurdî jî diyardeya peyvxweşî û peyvtersî heye. Diyardeya peyvşîrînî û peyvtersî di piraniya zimanzan de rû dide ; ew ne girêdayî tu zimanan ve ye bi qasî ew têkildar e bi nirxên civakê û bandora civakê li ser zimên, ango tu ziman pak yan gemar tune ne, lê belê dibe ku reftar, rewişt û sincê mirov rind be yan ne rind be, pak be yan gemar be.

Herwisa, tu ziman xweş û ne xweş tune ne, lê di hemû ziman û civakan de her du peyvên xweş û ters peyda dibin li gor jîngeha mirov ya civakî û li gor kevneşopiyên civakê. Bo nimûne, hin peyvên taybet û xeber qedexe ne di civaka kurdî de, lê di civakek din de ne qedexe ne yan jî ne bi heman pileyê ne.

Carna jî di nav heman civakê de mirov dibîne ku hin peyvên ters û hişk mîna " xeber" li ba hin kesan qedexe ne, lê li cem hinek din asayî û normal in.

Di ser de jî heman gotinên qedexe wek xeber li ba herdu zayendan ne yek in ; heger xeber ji devê xortan derê ta radekî xweza ye, lê heger ji devê keçkekê bi derkeve ne tiştekî normal e di civaka kurdî de herçend eynî xeber dibe ku li ba her du zayendan tiştekî normal be di civakek Rojavayî de.

Hebûna peyvên qedexe û ters bi xwe re peyvên xweş û şîrîn tîne û li şûnê digire da ku tundûtûjiya peyvê nizim û şîrîn bike.

Gelek peyvên qedexe û nexweş girêdayî laşê mirov in, bi taybetî, endamên zayendî yan jî girêdayî ol û bawerî û kevneşopiyên civakê ne û tenê li cihên taybet û di hin helwestan de tên bihîstin, gotin û bi kar anîn.

A- Hin Mînakên Peyvxweşî û Peyvtersî di Kurdî de :

Peyvtersî Peyvxweşî

1- Kebîne destav
2- Avis ducana/ bihal
3- Kal navsal
4- Jina min kebanya/ kulfeta/ hevjîna min
5- Memik/ çiçik sîng û ber
6- Mîz dike avekê dirjîne
7- Za Xwedê zarokek/ qiçkek da
8- Pirç por
9-Mir çû ser dilovaniya Xwedê
Jiyana xwe ji dest da
Ji vê dinê bar kir

B- Hin Mînakên Peyvxweşî û Peyvtersî di Înglizî de :

Peyvtersî (Taboo) Peyvxweşî (Euphemisim)

1- Die pass away
2- Tits breasts
3-Fuck intercourse
4- Cock penis
5- Cunt vagina

Li dawiyê, bi derbasbûna demê re û bi pêşketin û guhertina hin nirxên civakê re hin peyvên qedexe û ne xweş wateyên xwe diguherin û asa dibin. Herwiha, hin peyvên qedexe û ters li ba hin civakan ne qedexe ne û serbest in li ba civakine din .

Bavê Saman
Efrîn, di 4/ 3 / 2019

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

611