Demsala menga li Efrînê dest pê kir: 50 hezar dar hene

Oct 23 2023

Menga yan weke bi kakî tê naskirin cureke ji fêkiyan e, li hin gundên navçeya Şêrawa ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê tê çandin û guhdan pê tê kirin.

Hevdemê ku demsala zeytûnan e, li hin gundên navçeya Şêrawa cotkar berhmê mengan diçin û berhev dikin da ku di embaran de kom dikin.

Cotkarekî kurd, ji gundê Kurzêlê da zanîn ku di meha Cotmehê de,
Nexasim di dawiyê mehê de dest bi çinînê tê kirin, ku demeke baş di embaran de tê komkirin, da di mehên bê de were firotin.

Amaje pê kir ku menga li her yek ji gundên Kurzêlê, Basûtê, Êndarê, Xezewiyê, Bircê, Celemê û hin gundên din
Hene.

Tekez kir ku Rêjeyan daran li herêmê bi giştî 50 hezar dar derbas kiriye, li gundê Kurzêlê û deşta wê 20 hezar dar hene, îsal jî ek kîlo bi 4 - 6 L.T ku ji 1.5 - 2 dolaran e li bazarên Efrînê tê firotin.

Cotkarê kurd da zanîn ku ew îsal bi hêvî ne berhem baş be, da ku têçûna xizmeta wê weke avdan, vedan, û reşandina semad û dermên, derxîne.

Herêma Efrînê bi darê û berên xwe navdar e, bi dehan curên fêkî û keskayî tê de hene, ji bilî bazirganiya sînordarkirinî, çandinî jêdera sereke ji kurdên Efrînê re ye.

267