Lîbiya 32 koçberên Kobanê serbest berdan
Desthelatên Lîbî 32 koçberên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê piştî 17 rojan ji girtinê, serbest berdan.
Jêdereke xwecihî îro 22yê Cotmeha 2023yan ji ARK re ragihand, koçberên Kobanê yên, piştî rizgarkirina wan ji binavbûnê ji aliyê Polîsên Deryayê yên Lîbiya ve hatibûn girtin, serbest hatine berdan.
Jêderê serbar kir, duh koçberên Kobanê yên ku Polîsên Deryayî di detpêka vê mehê di dema binavbûna keşteya wan de, girtibûn û bo zindaneke bajarê Benxazî vegyhestbûn, piştî 17 rojan serbest berdan.
Koçberên Rojavayê Kurdistanê li ser rêya koçberiyê rastî gelek bûyerên dilêş hatine:
Di 11ê Tîrmeha borî de jî, keşteyek li beravên Cejayirê bin av bû û di encamê de çarenivîsa 5 koçberên bajarê Kobanê ta niha ne diyar e.
Di 5ê Hezêrana borî de, keşteyek ku 26 koçberên Kobanê û Efrînê berev Ewropa dibirin bin av bû, û bi tenê kesek ji mirinê hate rizgarkirin.
Di 26 Nîsana borî de jî, 17 koçberên Kobanê û Efrînê bi qaçaxî ji beravên Cezayirê berev Ewropa diçûn, lê peywendî bi wan re hate birîn û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Di vê derbarê de, Neteweyên Yekgirtî ragihand, ji destpêka 2023yan ve ta 24 Cotmeha borî, zêdetirî 2500 kes bûne qurbaniyên rêya koçberiyê di Deryaya Spî de.
Rojane bi dehan malbat ji bajarê Kobanê derdikevin û berê xwe didin welatên Ewropî û yên derdorê, di encamê de bi sedên kesan li ser "rêya mirinê" jiyana xwe ji dest didin û çarenivîsa bi dehên kesan ne diyar e.
254
