6 sal li ser koçbarkirina helbestvan "Ehmed Şêx Salih" derbas dibin
Îro şeş sal li ser koçbarkirina helbestvan û nivîskarê Kurd Ehmed Şêx Saleh re, yek ji navdartirîn nivîskarên Rojavayê Kurdistanê, derbas dibin.
Helbestvan Ehmed Şêx Saleh di sala 1935an de li gundê Eyn Dîwarê yê ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ji dayik bûye, li ser destê zanayên olî yên kurd fêr bûye û derbasî dibistana seretayî li Eyn Dîwarê bû, bawernameya pola Şeşê wergirt û bû mamosteyê yekem yê fermî li gund.
Ji damezrandina Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ve di sala 1957an de, tevlî refên Partî bû û di 1960î de li gel xebatkar Ozman Sebrî, Dr. Nûreddîn Zaza û hejmarek xebatkarên din ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatin girtin û bo zindana Mezê li Şamê hatiye veguhestin.
Pirtûka bi navê (Asoma Girtinhevê), berhema wî ya tekane, di sala 2015an de hate çapkrin, hunermendên Kurd yên navdar weke Mihemed Şêxo û Seîd Gabarî helbestên wî gotine.
Ehmed Şêx Saleh gelek helbest bi şêweyekî kilasîk nivîsîn, helbesta (Xortên Melê ne) li ser Barzaniyê nemir nivîsiye, lê piraniya helbestên wî nehatine berhevkirin, sala 2015an ji aliyê peymangeha Bedirxan ya Zimanê Kurdî hatiye xelatkirin, 2016an jî xelata salane ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya, ji ber keda wî di war ziman û wêjeya Kurdî de, wergitiye.
Roja 22yê Cotmeha 2017an, li nexweşxaneya Şar ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kir û bi merasîmeke berfereh li zêdê xwe bi xakê hate spartin.
161