Nêçîrvan Barzanî û Donald Tiramp dê bicivin

Nêçîrvan Barzanî û Donald Tiramp dê bicivin

Jan 20 2020

ARK NEWS .. Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Nêçîrvan Barzanî dê di çarçoveya Korbenda Davosê de bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vexwandineke fermî beşdariyê di Korbenda Cîhanî ya Aboriyê ya Davosê de dike, ku rojên 21 heta 24ê vê mehê (Çile) di bîranîna 50 saliya damezrandina korbendê de birêve diçe.

Di kevana beşdariya di Korbenda Davosê de, Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump û Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres û hejmarek ji serkirde û wezîr û berpirsên pilebilind ên welatan dicive.

Serokê Herêma Kurdistanê di civînên xwe de, dê pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel civaka navdewletî, siyaset û helwesta Herêma Kurdistanê û pevguhertina nerînan li ser mijarên herêmî û cîhanî gotûbêj bike.

Her di çarçoveya Korbenda Davos de, Serok Nêçîrvan Barzanî dê di panêlekê de bi navnîşana Rojhilata Navîn a Neseqamgîr biaxive, ku têde dê encamên demdirêj ên aloziyên berdewam li Rojhilata Navîn ku bûne çavkaniya tirs û dilgiraniya mezin a cîhanî û navçeyî bêne gotûbêjkirin û dê behsa bandora stratejîk a qeyrana niha li ser aştî û istiqrara li Kendavê, Iraqê û Sûriyê bê kirin.

Di Korbenda Davosê de dê di jêr navnîşana “Ji bo Cîhaneke Yekgirtî û Pêşkevtî ya Berdewam” de, gotûbêj li ser mijarên cîhanî yên taybet bi aborî, sitaset, asayiş û seqamgîriyê bê kirin.

314