Bersivek bo Diyar Dêrsim

Bersivek bo Diyar Dêrsim

Oct 20 2023

Bersivek bo Diyar Dêrsim
Şêxo Efrînî

Hevalekî min li ser torên civakî fêsbokê, perçevîdiyoyek ji min re şand, min vekir û lê guhdar kir, perçevîdiyo ya hozan Diyar Dêrsim bû, di çend xulekan de ji bilî jehrê ji devê wî dernediket, min got ka ez tekez bikim ku ev lêdwan nû ye yan kevin e, piştî min lêgerînek di kenal û malperên PKKê de kir, min piştrast kir ku nû ye li ser kenaleke wan belav bûye.

Di lêdwana xwe de, Diyar ne li ser stranekê, helbestekê yan sazekê dipeyive û rexne dike, lê belê zimandirêjî û destêwerdaneke tûj û bêsûd di siyasetê de dike û gotina ku jê hatiye xwestin dike.

Bêguman ji mafê her kesekî ye ku rexneyan bigire, lê dema ji sînorê xwe derkeve, wê demê dibe zimandirêjî û bêrewiştî. Diyar di lêdwana xwe de rexneyan li hebûna xalên leşkerî yên Turkiyê li Herêma Kurdistanê digire, û Partiya Demoqrata Kurdistan PDKê bi îxanetê bi nav dike.

Yekem tişt, ka em bi hev re li sedemên hebûna Turkiyê li Herêma Kurdistanê binêrin, ma ne hebûn û destêwerdana PKKê di karûbarên hundirîn yên herêmê de bûne sedema sereke ji hebûna Turkiyê, eger PKKê neba, gelo Turkiyê dikarî bostekê derbas bibe?

PKKê, ku Bakurê Kurdistanê avêtiye paş milê xwe, hatiye li Herêma azad xwe kiriye enter û zendbadayî, şerê xwe bi Turkiyê re ragihandiye, çima venegere çiyayên Bakur, ma ne çiyayên Bakur ji yên Başûr bilindtir û asêtir in. Te heta niha çima bostek li Bakur rizgar nekiriye, û tu dixwazî herêmeke azad têk bidî û qewereya wê ji nav bibî! Ev kurdayetî ye?

Ma gelo PDKê bû, yê ku îxanet li Efrîn û 7 navçeyên wê û 360 gundan sala 2018an kiriye? Ma gelo PDKê îxanet bi Serê Kaniyê kiriye û Girê Spî sala 2019an kiriye? Ma gelo PDKê îxanet li 600 gundên başûr kiriye, ku şêniyên wê nikarin vegerin ser zêdên xwe? Ma gelo PDKê îxanet bi 25 hezar ciwanên kurd li Rojavayê Kurdistanê kiriye ku ji ber bajarê ereban wek Reqa, Dêrezorê, Til Rifetê, Munbicê dane kuştin û birîndarkirin?

Ma PDKê bû bi hezaran zarokên kurdan bo leşkeriya neçar revandiye û dayîkên wan kezebşewitî hiştine? Ma PDKê, rûpela kurdan li ser asta cîhanê çi navdewletî û navnetewî be, reş kiriye, û bi terorê ve girê daye?

Ev tenê cend xal in, me behs kiriye, eger em bidin pey hev, pirtûk û roman têrê nakin, dîsa jî Diyar, ev yek avêtiye paş guh xwe û hatiye gotinên elaş û belaş li ser hilgirên doza kurdî û parêzvanên Kurdistanê dike.

Bi sedan dose, tawan û binpêkirin hene ku hin ji wan têne gotin û hin jî nayên gotin di stûyê PKKê de ne, lê xwe bêguneh derdixe û welatparêz û niştîmanperwerên dilsoz weke PDKê xayîn derdixîne. Kesên weke Diyar li ser van velaketan bêdeng in.

Hunermend divê bi erkê xwe di gihandina êş û azarên miletê xwe, bi deng û helbestên xwe bigihîne cîhanê, ne fitnê û bêbextiyê bike.

Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta xwe ve, di distûrê de danpêdankirî ye, azad e, serbest e, lê 3 perçeyên din bidest in, nayê hişê mirovan ku tu 3 perçeyan bihêlî û cihê xwe li Herêma azad germ bikî, eger tu ewqas merd û mêrxas î, kerem bike here qada xwe li Bakur şer bike. Hêzên Pêşmergeyên qehreman hene, Herêma Kurdistanê diparêzin û dê biparêzin, pêwîst nake tu bimînî, eger tu çû wê demê, tu buhaneya Turkiyê jî namîne, dê neçar bibe derkeve.

Ez bi hêvî me hozan Diyar Dêrsim ked û berhema xwe bi van lêdwan û daxuyanên jehirkirî têk nede, dîsa jî em ê tekez bikin ku rexnegirtin ji mafê hemûyan e, lê nebe zêdegavî û neşêrînî, tu dikarî partiya ku, dilê te jê re rihet dibe, hilbijêrî, lê tu nikarî rastiyan bincil bikî û berûvajî bikî.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

373