Emerîka: Em ê bi tundê bersiva êrîşên li ser baregehên me li Sûriyê û Îraqê bidin
Di heyama 48 demjimêran de, baregehên leşkerî yên Emerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê û Îraqê bi diron û mûşekan hatine armanckirin, herî dawî baregeheke nêzîk balafirxaneya Bexdad ya navdewletî bû.
Polîsên Îraqî duh 19ê Cotmeha 2023yan ragihand, baregeha leşkerî ya Emerîkî li nêzîkî balafirxaneya Bexdad ya navdewletî bi mûşekên Katiyoşa hate armanckirin, du mûşek li nava avahiya bingehê ketin.
Cenêral Batrêk Rayd berdevkê Pintagonê ragihand, Emerîka dê tevaya rêkaran bo parastina serbazên xwe li Sûriya û Îraqê bigre, û di dema guncaw de dê bi tundî bersivê bide.
Li gorî jêderên ragihandinê yên Îraqê, di encama êrîşên dironan de hejmarek serbazên Emerîkî bûne qurbanî.
Ji aliyê xwe ve, fermandariya navendî ya Emerîkî diyar kir, hêzên Emerîkî di heyama du rojên borî de, 3 dironên ku êrîşî baregehên Emerîkî li Îraqê kirin, anîne xwarê, 2 ji wan li başûrê Îraqê bûn û yek li Herêma Kurdistanê bû.
Her weha duh, hejmarek topên hawin li baregeha Emerîkî li nêzîk kêlkgeha Konîko ya xazê li Sûriyê ketine xwarê û ziyanên madî gihştin baregehê û kêlgeha xazê.
Baregeha Hevpeymaniyê ya li Tenef ya ku dikeve di sêgoşeya sînorî ya Sûriyê, Îraqê û Urdunê de, bi 3 dironan hate armanckirin, 2 diron ji aliyê hêzên Emerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî hatine xwarê, dironek jî li nava avahiya baregehê ket û ziyan madî bûn.
202
