Efrîn... Zarokeke kurd ji ber teqîna sobeyekê jiyana xwe ji dest da

Efrîn... Zarokeke kurd ji ber teqîna sobeyekê jiyana xwe ji dest da

Dec 27 2020

ARK NEWS... Li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, sobeyeke malê teqiya, di encamê de, zarokeke kurd kurd jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên bi destê ARKê ketine, ku zaroka bi navê Vînîsiya Selah Ednan di encama teqîna sobeyekê de jiyana xwe ji dest da.

Jêderan bal kişandin ser, ku ji ber xirabûna curê sûtemeniyê, sobe teqiya, û mal şewitî.

Zaroka kurd ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê ye, temenê wê bi tenê şeş sal in, û li navenda navçeya Cindirêsê dima.

Ş.E

384