Herêma Kurdistanê êrîşa li ser nexweşxaneya Elme`medanî li Xezzayê şermezar dike
Oct 18 2023
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîşa li ser nexweşxaneya Elme`medanî li Xezzayê belav kir , û bi tûndî ev êrîş şermezar kir.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî duh 17ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand, “Herêma Kurdistanê êrîşa ya li ser nexweşxaneya Elme`medanî ya Xezayê şermezar dike ku tê de zêdetirî 500 kes bûne qurbanî ku piraniya wan jin û zarok in.”
Serbar kir û got: “Em careke din tekez dikin ku şer û êrîşên leşkerî ne çareseriya pirsgirêkan e û bang li civaka navdewletî dikin ku hewlên xwe ji bo parastina sivîlên bêguneh ji metrisiyan xurtir bikin.”
277
