Ciwanekî ji Kobanê li daristanên Bulxariya wenda bûye û çarenivîs ne diyar e
Welatiyekî ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê di rêya koçberiyê de wenda bûye û kesûkarên wî banga zanîna çarenivîsa wî dikin.
Şêx Nebî Mihemed Mistefa Resûl, xelkê gundê Qenê yê bi ser kobanê ve, dema hewl dida xwe bighîne Ewropa, di nava daristanên Bulxariya de wenda bû.
Jêderekê ji malbatê ji ARKê re got: “Şêx Nebî û 3 kesûkarên xwe beriya 15 rojan bi qaçaxî derbasî Turkiyê bûn, beriya 7 rojan ji Turkiyê derbasî Bulxariya bûn. Paşê di rêya daristanan re hewl dan xwe bighînin Ewropa”.
Serbar kir: “Her sê havalên Şêx Nebî, daristan derbas kir lê ew wenda bû û ji 4 rojan ve çarenivîsa wî ne diyar e”.
Li gor jêderê hevalên wî bi wan re axivîne û gotine: “Qaçaxçî û girûpa bi ser ve em ji hev cuda kirin. Di şeva yekê de nehiştin em biaxivin û em neçar kirin ku li cihê xwe bimînin. Roja din me daristan derbas kir û em gihiştin hev, lê Şêx Nebî ne diyar bû”.
Hevalan tekez kiriye ku wan pirsa sedema wendabûna Şêx Nebî ji qaçaxçî kir, û daxwaz kir ku vegerin û lê bigerin, ji ber vê yekê jî rastî lêdanê ji aliyê girûpê ve hatin û gefa kuştinê li wan hate kirin.
Neha jî kesûkarên Şêx Nebî Mihemed Mistefa Resûl di rewşeke zehmet de dijîn û banga alîkariyê ji bo dîtina wî dikin, û her kesekî ku wî bibîne yan zaniyariyekê li ser bizane, dikare bi vê hejmarê re (00963987110561) biaxive.
Şêx Nebî Resûl jidaykbûyê sala 1992an e, xêzandar e û du zarokên wî hene
Ji ber rewşên ewlehî û jiyanê yên zehmet, pêla koçberiyê berdewam e, rojane bi dehan berê xwe didin welatên Ewropî, di rê de jî rastî hemû coreyên metirsiyan tên û hin jî jiyana xwe ji dest didin.
237
