Dezgeha Xêrxwezî ya Barzanî alîkarî gihandin jinên Efrînê: 580 sepet belav kirine
Dezgeha Xêrxwezî ya Barzanî li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê vê carê alîkarî gihandin jinan.
Dezgeha Xêrxwezî ya Barzanî li ser rûpela xwe ya torên civakî belav kir: Di çarçoveya pêşkêşkirina alîkar û xizmetguzariyan de, û bi alîkariya rêxistineke mirovî alîkarî li ser jinan hatin belavkirin.
Dezgehê amaje pê kir: 580 sepetên xwarinê li ser jinên bêxwedî belav kirin, ku pirose ji despêka meha Cotmehê ve li xwe digire.
Piştî erdheja 6ê Sibatê ku li deverine Sûriyê û Turkiyê, her weha Bakur û Rojavayê Kurdistanê rû dabû, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekemîn dezgeh bû karîbû di 10ê mehê de derbasî Efrînê û navçeya wê kirin.
Di 19ê heman mehê de bi fermî nivîsgeha xwe li Efrînê vekir, di 4ê Hizêranê de jî navendeke çand û geşepêdanê vekir, ta niha bi çalakiyên cur bi cur radibe û alîkariyan pêkêşî ziyandîtiyên erdhejê dike.
192
