18 Sal ser koçadawiya hunermend EHMED KAYA re derbas dibin

18 Sal ser koçadawiya hunermend EHMED KAYA re derbas dibin

Nov 16 2018

.ARK NEWS .. Îro 16 Mijdarê 2018an 18 sal ser koçadawiya hunermend Ehmed Kaya re derbas dibin.

Ehmed Kaya 28ê Cotmeha 1957an ji dayîk bûye , ji devera Adamiyan ya Bakurê Kurdistanê ye, 4 birayên wî hene, û Kaya yê herî biçûk di nav birayên xwe de ye .

Ji ber niyaza wî di derxistina elbomeke kurdî, ji aliyê ewelekariya Turkiyê ve hate xwestin, û neçar bû 1999an dema berê xwe daye Firansayê cardin venegere Turkiyê.

Yekemîn ahang tê de beşdar bû li roja karkeran de di temenê 9 salî bû, û yekemîn stran bi kurdî got strana Xweşnav hunermendê Rojavayê Kurdistanê strana Kerwan bû .

Di ahangekê de got ku ew dê stranên xwe bi kurdî bibêjê lê ew yek bû cihê nerazîbûna beşdarên turk, û piştre tevlîheviyek di wê ahangê de ji ber axaftina hunermend Ehmed Kaya çê bû .

Hunermend Ehmed Kaya 16 Mijdara 2000î ji ber kirîzeke dil jiyana xwe ji dest da, û li goristana qedirgiranan ya Firansayê bi xak hat spartin .

Ş.E
.

609