Terora PKKê ya a li Enqereyê wek terora 11ê Îlona Emerîkayê hat fahm kirin

Terora PKKê ya a li Enqereyê wek terora 11ê Îlona Emerîkayê hat fahm kirin

Oct 07 2023

Îbrahîm GUÇLU

Rêxistina terorîst El- Qaîdeyê di 11 Îlona 2001an de roja sêşemê di saetên sibê de 4 terorên
plankirî yên li Emerîkayê pêk anî. Ev êrîşa terorê bi balafiran pêk hat. El-Qaîdeyê 4 balafirên
ticarî bi hewildana 19 terorîstan revand. Bi du balafiran êrişî Qûleyên Cewî yên li New Yorkê
kirin. Bi balafırekê jî êrîşî Pentagonê û. bi balafira 4-emîn jî êrîşî avahyya Hikûmeta Federal kirin

Di Êrîşa Terorîstî ya El-Qaîdeyê de nêzikî 3000 kesî jiyana xwe ji dest da. Ev êrîşa El-Qaîdeyê
ya terorîstî ji bona Emerîkaniyan bû kâbusekê. Jiyana Emerîkaniyan gûhert. Di sîstem û di
dewleta Emerîkaya Federal de guhertinên gelek girîng pêk anî. Di hîqûqa ewlewî de guhertin
çêbûn. Li hemberî biyaniyan û bi taybetî jî li hemberî penaberên îslamî siyaseteke tûnt û hişk hat
meşandin. Ketin û derketina wan a Emerîkayê gelek hat zehmet kirin. Di avayî û dezgehên
ewlakarî de guhertin pêk hatın. Di azadiyên kesayetî û kollektîf de sînor çêbûn.

Emerîkayê, piştî êrîşên terorîstî yên El-Qeîdeyê li hemberî Afganîstanê êrîş û operasyoneke
leşkerî û dagirkerî kir. Afganîstan di demekî kurt de dagir kir. Li Afganîstanê pêvajoyeke nû dest
pê kir. Afganiyan çewa ku li hemberî Yekîtiya Sovyetan dest bi şer kiribûn, li hemberî Emerîkayê
jî dest bi şerekî xurt kirin. Vî şerî bi dehan salan domand. Li Afganîstanê li hemberî Emerîkayê
dewletên ji Talîban û jêzên milî yên Afganyan re alikarî dikirin jî hebûn. Di encamê de
Afganiyan û Talîbanan zora Emerîkayê birin û Emerîka mecbûr bû ku ji Afganîstanê derkeve.

*****

Di roja 1.9.2023an de li Enqereyê ber deriyê avahiya ewlekarî ya giştî ya ku nêzikî wezereta
navxwe ya Dewleta Tirk terora çalakiyek çekdarî rûda. Di encam de du kesên ku çalakî kirîn
hatin kuştin û du polisê asayîşê jî bi sivikahî birîndar bûn. Piştî daxûyaniya wezereta navxwe
ya Dewleta Tirk di derbarê bûyerê de, di cih de, daxûyaniyek ragihand û gotin ku PKKê ev
çalakiya terorîstî kiriye. Demek dirêj derbas nebû piştî daxûyaniya Dewleta Tirk, PKKê, ev
êrîşa xwe ya terorîstî qebûl kir. Gelek vekirî got ku min ev çalakiya terorîstî kiriye. Lê heta ku
PKKê daxûyaniya xw pêşkêş nekir, di derbarê vê çalkakiya tyerorîst de gelek nêrînên
komployî hatin pêşkêş kirn.

PKK/HDP/YSP beriya ev çalakiya terorîstî, bi destên parlamenterên xwe provokasyon çêkir.
Parlamenterên PKK/HDP/YSPê li Silopî li tixûba Dewleta Federe ya Kurdistanê û li gelek
bajarên din yên metropolî dest bi propvokasyonan kiribûn. Ev yeka jî nîşana tevlihevkirina
civakî bû.

Armanca ev çalakiya terorîstî ya PKKê tespît kirin gelek girîng e. Wek tê zanîn PKKê li
Tirkiyeyê û li derve li Iraqê û Sûriyeyê nikare li hemberî Dewleta Tirk raweste û şer bike.
Loma jî di nav rêxistinê de reaksîyon û tepkiyên mezin hene. Divê bû ku PKKê xwe îspat
bike ku hene. Loma jî ev êrîşa terorîstî pêk anî.

Lê di esas de wek tê zanîn Dewleta Tirk ji bona ku PKKê li Başurê Kurdistanê û Rojavayê
Kurdistanê ye, bi deh saklan e ku operasyonên leşkerî û sixûrî û înfazkirinê çê dike, Li
Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê herêmên dagirkirî û ewlekarî ava kiriye.

PKKê baş dizanî ku ev çalakiya wan ya terorîstî dê bibe sedem ku Dewleta Tirk êrîşî her du
parçayên Kurdistanê bike. Wek tê zanîn jî di hemande de PKKê dixwaze ku Dewleta Federe
ya Kurdistanê xirab bike û li Rojavayê Kurdistanê ereb desthilatdar bin û Rejîma Baasê
jiyana xwe bidomîne.

Loma jî PKKê her dem çalakiyên provokator û terorîstî pêk tîne.

*****

Dewleta Tirk ev êrîşa terorîstî ya PKKê wek 11ê îlona 2001a Emerîkayê şirove kir, gorî wê jî
helwesta xwe ya hişk diyar kir. Loma çend roj in ku Başûrê Kurdistanê û Rojavayê
Kurdistanê bombabaran dike. Ev bombabaranî dom dike.

Ji aliyek din ve, piştî ev çalakiya terorîstî ya ji bona dijminên Kurdian û aparata Dewletên
dagirker ya PKKê gelek bi wate, Polisan li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkan dest bi
operasyona kirin û gelek endam û berpirsiyaên HDPê binçavkirin. Gelek kesên hatine
binçavkirin jî, ji aliyê PKKê ve hatine deşîfre kirin. Ew dê ji aliyê dadgehê de bên girtin û bên
dariszandin û sizayê mezin jî bigrin.

*****

Emerîka di serî de gelek welatên cîhanê û dezgehên navdewletî ev çalakî wek bûyerek
teroristî bi nav kirin û şermezar kirin. Serokatî û hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta
Federal ya Iraqê jî ev bûyer şermezar kirin. Gor baweriya min ew helwesteke rast û di cî de
ye.

Terora PKKê her dem li dijî kurdan bûye, lê piraniya kurdperwer û
rêxistinên Kurdistanê xwediyê helwesteke qels in û an jî bê helwest in.

Hîç şik tune ye ku li hemberî rewşa giştî ya PKKê û çalakiya terorîstî ya dawî helwesta
kurdperweran û rêxistinên Kurdistanê gelek girîng e. Helbet helwesta rewşenbîrên kurd û
dezgehên sivîl jî gelek girîng in.

Her kurdpewerek û rêxistineke Kurdistanê û dezgehên sivîl yên Kurdistanê baş dizanin ku PKKê
li hemberî Kurdan û Tevger û rêxistinên Kurdistanê wek projeyekê hatiye ava kirin. 45 sal in ku
ev nîsyona xwe serkeftî didomîne. Li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî Tevger û Rêxistinên
Kurdistanê şer dike. Dixwaze ku mala hemû kurdan Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rake.

Li Dewleta Federe ya Kurdistanê hiqûqê nas nake, terorê dike û bi hêzên terorîst re hevkarî dike,
gundên Kurdistanê dagir kiriye, ji dewletên dagirker re taşeronî û xulamtî dike.

Kurdperwe û rêxistin û rewşenbîrên Kurdistanê dizanin ku PKK bi helwest û stratejiya
xwe zirar dide Tevgera Kurdistanê.

Lê di vê mijarê de piraniya kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê û rewşenbîrên kurd û dezgehên
sivîl yên Kurdistanê xwediyê helwesteke qels in û an jî bê helwest in.

“Hinek partî û rêxistin li bakurê Kurdistanê hene ku, dema bûyerek rû dide, di cihde
daxûyaniya radigihînin  û helwesta xwe didin diyarkirin.  Lê dema bûyerek ji aliyê PKKê ve tê
kirin bê dengin û dimînin hêviya hev ka gelo kî çi dibêje.

Di siyasetê de bê helwestî karê herî xirabe. Gelek alî hene ku bi cesaret kiryarê dewletê bi
tundî şermezar dikin û helwestek bi ”mêranî” datînin holê. Lê heman partî yan jî rêxistin li
himber kiryarên PKKê bê dengin û newêrekin. (….)

Di qonaxa ku siyaset têre derbas dibe, ji PKKê bêhtir ev PKKliyên şermok li ser jiyana kurdan
a siyasî û civakî dibin xetereke mezin. (…)” (Rojevakurd)

Diyarbekîr, 07. 10. 2023

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

131