Sekreterê PDK-Sê bi serdanekê li Elmaniya ye û bi aliyên cuda re dicive

Sekreterê PDK-Sê bi serdanekê li Elmaniya ye û bi aliyên cuda re dicive

Oct 01 2023

ARK NEWS... Sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê bi serdanekê li Elmaniya ye, bi aliyên cuda re dicive.

Sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya Mihemed Ismaîl îro li bajarê Essen yê Elmaniya gel Berprisê Şaxê 6an yê Partiya Demoqrata Kurdistanê Enwer Mesîfî re civiya.

Di civînê de behsa rewşa revenda Kurdî li Ewropa bi giştî û bi taybetî li Elmaniya û rewşa Sûriyê û Kurdistana Sûriyê hat kirin.

Herweha Sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûrya bi şandeke Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê civiya.

Beriya serdana Elmanya, Sekreterê PDK-Sê li Turkiyê bi hejmareke rêxistinên partiyê re civiya bû, rewşa rêxistinî û ya
Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kiribûn.

2072