Girjî û şer li Hesekê derketin û ziyan gihiştin sivîlan
Li çargoşeya ewlehî ya bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê girjî û şer di navbera rêjîma Sûrî û milîsên “Dîfa` Elwetenî” derketin, û ziyan gihiştin sivîlan.
Di derengiya şeva borî de, li çargoşeya ewlehî şer di navbera hêzên rêjîma Sûrî û milîsên “Dîfa` Elwetenî” derketin û welatiyan dengê berdana guleyan bo heyama 15 xulekan bihîst.
Sibeha îro jî, dûbare girjî û şer di navbera herdu aliyan de derketin, û rijîmê tank di dorpêçkirina milîsên “Dîfa` Elwetenî” de bi kar anîn, hevdemê berdewamiya şer jî balafireke Hevpeymaniya Navdewletî di esmanê bajêr de hate dîtin, û dûkel ji hawêrdora cihê niştecîbûna fermandarê milîsa “Dîfa` Elwetenî” Ebdulqadir Hemo bilind bû.
Her wiha deverên derdora çargoşeyê yên di bin kontrola rêveberiya PYDê de ketin amedebaşiyê.
Di encama şer de, deriyên dibistan û dukanan li çargoşeya ewlehî hatin daxistin, û tevgera çûnûhatinê bi temamî rawestiya, Zanîngeha Elfurat jî li Hesekê ezmûnên xwendekaran paş xistin.
Di şer de sivîl rastî ziyanan hatin, mala “Omer Şêxmûs Hisên” bi Hawinê hate topbarankirin û ziyan madî bûn.
Li Hesekê çargoşeya ewlehî di bin kontrlo rêjîma Sûrî de ye, û deverên din yên bajêr di bin kontrola rêveberiya PYDê de ne, û her demekê girjî û şer di navbera aliyên ku kontrola bajêr dikin de derdikevin û sivîl baca nokakiyan didin.
934