
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Amûdê konferansa xwe li dar xist û 3 kes hilbijartin
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê - Şaxê Amûdê konferansa xwe li dar xist
Li gorî Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê (Şaxê Amûdê) belav kiriye ku roja Pêncşemê 14.09.2023ê konferansa xwe li dar xist.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê bi vî awayî behsa civîna xwe kiriye:
Piştî xulek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê konfirans hat lidarxistin bi amadebûna cîgirê serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya Ebdulsemed Mehmûd û her wiha bi amadebûna herdu endamên desteya rêveber (Heybet Mam 'o û Ebîr Dirê 'î
endamên konfrans li ser gelek xalan rawestan û biryar hatin standin.
ji wan ev bûn:
1-Ebîr Dirê'î weke seroka Şax hat hilbijartin.
2-Dijwar Tewfîq weke cîgirê seroka Şax û berpirsê raghandinê hat hilbijartin.
3-Xelîl Alûcî weke berpirsê Çalakiya hat hilbijartin.
15.10.2023
Y.N.K.S.
62