Şoreşa Îlûnê... Xweragirî, destkeftî û neçemandin

Şoreşa Îlûnê... Xweragirî, destkeftî û neçemandin

Sep 10 2023

Şoreşa Îlûnê bi serbilindî bi bîr tînin
Şêxo Efrînî

Her çend e, gelê kurd di dirêjahiya dîroka xwe de, şoreş û raperîn dest pê kirinê, piraniya şoreşan bi têkdan û têkçûn bi dawî hatine, lê şoreşa Îlûna pîroz di serdema nû de, yek ji şoreşên herî pîroz e, ku bi saya wê gelê kurd bûne xwedî otonomiyekê û çirayeke geş li Başûrê welêt vêketiye.

Beriya 62 salan, rêberê gelê kurd, bavê netewa kurdî nemir Mela Mustefayê Barzanî, şoreş li dijî stemkarî û zordariya dagîrkerên Kurdistanê dest pê kir. Taybetmendiya şoreşê ew e ku her kesek bû şoreşger û pêşmerge, her nifşekî beşdar kir, kê di xwe de didît ku hilgirê çek e, derbasî şoreşê bû.

Ji Silêmaniyê ta Zaxo, agirê şoreşê vêket, gelê kurd bi hev re dengê xwe bi serokê şoreşê Barzaniyê nemir re kirin yek li hember dijmin bûn tank û top, di serê wan de teqiyan.

Şoreşek bû, dijmin neçar kir ku danpêdanê bi qewereya Kurdistanê bike, di destûra Iraqî de otonomî ji kurdan re, sala 1970 meha Adarê roja 11ê hat nivîsandin û çespandin.

Di sala 1975an de rêkeftina Cezaîrê şoreş têk bir, lê bersiv, bilez û zû ji aliyê her du şêran, serok Mesûd û Idrîsê her dem sax di 26ê Gulana 1976an de hat dan, heman prensîpên şoreşa ku bavê nemir dest pê kiriye, her du kuran şoreş bi rê ve bir, rêjîma Iraqî ya faşist her curek ji tawanan encam da, tê de 183 hezar kurdên bêguneh bûne qurbaniya hovîtiya rêjîma Sedam, û şehîd bûn.

Ji bilî salên 1961ê û 1976an, dîrokeke spî di 1991ê de jî hat tomarkirin, raperîna gistî bû, mafên gelê kurd hatin vegerandin, pakrewan di gorên xwe de bi şadî raketin, bi xwîna wan, Kurdistanê, ala xwe bilind û li ba kir, bi sirûda xwe Ey Reqîb şêniyên wê dîlanên xwe gerandin.

Rêberên ku agirê şoreş û raperînan vêxistinê, destkeftî û encamên diyar ji nifşan re pêşkês kirine, niha jî ew nifş dirêjahiyê bi şoreşê didin lê bi şêweyekî din. Şoreş her berdewam e, lê şoreşa avadana bajêr, tax, kolan, pire, piroje, kargeh, pîşesazî, xwendin, zanîngeh, peymangeh, dibistan, kiltur, çand, huner, rewşenbîrî, dîrok, zanist, zanîn, fêrkirin û fêrbûnê ye.

Di nava kavila Iraqê de, bi tenê Herêma Kurdistanê serî hildaye, bi bûdceya 5٪ pêş ve diçe, bi aramî û ewlehiya xwe li ser aliyên Iraqî spandiye ku rû li herêmê bigirin, bêguman kur û neviyên Barzaniyê nemir dê di pirojeya ragihandina Kurdistanê de berdewam bikin, bûyera dîrokî ya 25 Îlûna 2017an de ku serok Mesûd giştpirsî (Rêfrandom) ragihand, bûye belge bi dest kurdan de, rojek were dê Kurdistana serbixwe rabigihînin.

Di salvegera 62 ya despêkirina şoreşa Îlûna pîroz de, em bejna xwe li ba hemû pakrewanan, di serî de Barzaniyê nemir, diçemînin, hêvî dikin ku kesên xwe, li ser rêbaza Barzaniyê nemir in, bi pirensîp, hizir, raman, wêje û reftarên dibistanê pabend bin, ji ber xelasiya me bi pabendbûna bi dibistana Barzaniyet û kurdayetiyê ye.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

254